Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lîstikên zarokan] de;

14. (bnr: pubg)
(bnr: roblox)
(bnr: brawl stars)



19.04.2020 03:29 | mîr

9. Heleq meleq
dendikê leqleq
Kîs û kember
Ya pêxember
Ji vî derket
Kete vî

Meriv destên xwe datîne erdê û tiliyên xwe vedike, yekî din tiliyên wê kesê dijimire û van gotinan dibêje, kîngê gotinên wê temam dibe gotinê wê rastê kîjan tilî were ji wê tilîyê xwar dike dixe nava destê xwe, çar tilî dimîne dîsa van gotinan dibêje heta tiliyên wê xilas dibe dewam dike...

Herêm: Serhed
çavkanî: (diya min)



06.03.2018 22:13 ~22:20 | mîr

8. Cîv cîv cîvinde
Çûme mala rovinde
Jina Rovinde nexaş bû
Mewûj dixar ça xaş bû
Pirrrrrr!

Herêm/devok: Serhed
(Diya min pê zarokan dileyîst ez ji wê hîn bûm)



06.03.2018 21:33 ~21:39 | mîr