Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jîndar

profîla "jîndar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferşê koşka cemîl paşa] de;

1. "Li ser ferş wiha hatiye nivisandin: ‘Qonaxa Cemîl Paşa di navbera sala 1887 û 1889an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve di navbera sala 2010 û 2013’an de hatiye restorekirin. Ev Qonax wekî Muzexaneya Bajêr ya Qonaxa Cemîl Paşayê bê bikaranîn’ Yanî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê him di salên 1887 û 1889’an de ev qonax lê kiriye û him jî di navbera salên 2010 û 2013’an de jî restore kiriye. Ji xwe hevoka din jî di hêla gramatîk de şaş e. Şaredarî vê nivîsa bi sê zimanî li ser ferşekî nivisandiye da ku qedimtîya qonaxê pesend bike. Lê mixabin tişta bûye pesendkirina dûrbûna kurdîtiyê ye.



Dîsa, tabelaya ‘Mala Dengbêjan’ jî ji vê karesatê para xwe wergirtiye. Li navçeya Surê ku Diyarbekira kevn bi piranî li vê navçeyê ye, gelek tabela ji bo mêvan xwe bigihînin Mala Dengbêjan li dîwaran hatine daleqandin. Lê dîsa mixabin ev tabela jî di hêla kurdî de şaş in. Tabela bi du zimanan hatine nivisandin. Bi Tirkî: ‘ Dengbêj Evi’ û bi İngîlîzî jî ‘ Dengbêj House’ Mala Dengbêjan ku Kurdî bi saya serê dengbêjan xwe gihandiye heta vî zemanî bi du zimanên biyanî tê danasîn lê bi Kurdî na. "



Sebirya Cotkar

(wergirtin: http://www.basnews.com/ku/News/Details/Li-Diyarbekir--sepirzetiya-ziman--Kurd-/18437)



23.04.2014 23:32 | jîndar