Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cîhana pirtûkên kurdî

profîla "cîhana pirtûkên kurdî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rênas jiyan] de;

46. d helbesta wî a "dê û law" de mirov hîn bêhtir bêriya diya xwe dike..



gava ku ez diçûm

niviştek çêkiribû

dêya min

ji bo min

sê nanê firnê qewl kiribû

ji bo ku bayê li ezmanan li min nexista



lêvikên wê diricifîn

çavikên wê diperpitîn



ku ez vegeriyama

wê sê rojan rojî bigirta

di ber rêya xwedê de

wê sê nanê firnê belav bikira

di ber rêya şêx û ûcaxan de

wê şîrê şêran ji min re bianiya

di şîvê êvaran de

wê gulîsorek porr hinnekirî bixwesta

li gora dilê xwe

ez bizewicandama



ne sê nanê firnê belav kir dêya min

ne sê rojan rojî girt

ne gulîsoreke porr hinnekirî xwest li gorî dilê xwe

û ne jî şîrê şêran anî di şîvê êvaran de



ve-ne-ge-ri-yam

li wir mam



hêviyên wê di dilî de

bûn kulmek cîncoq

şikestin û man

porrkurra dêya min



li ser dika malê

hîn li hêviya min e

hîn...



wê li wir porr spî kir

û min jî li vir jîn





Ji:Janya - Rênas Jiyan

rûpel:64 weşanên BELKÎ



16.05.2014 02:24 | cîhana pirtûkên kurdî