Tirşik - Profîl
tirşik-profîla daskan

profîla "daskan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [selim temo] de;

39. Wê salê hatibû mîhrîcana pirtûkan ya Tuyapê li Îzmîrê, ez jî çûbûm ji bo çend pirtûkan bikirim Û bigerim û filan. min jê re bi reya twîterê nivîsandibû û gotibû ku ez dixwazim wî jî bibînim. Berî wê bi salan ez li Mêrdînê bûm û min negotibû ka ez çima wî nabînim lê hema wilo, xerîbî ye, dilê mirovî dixwaze, xwîn ditevize, min got ka ez biçim. Werhasil min pirtûka wî ya helbestan ya bi navê sê deng pê da îmzekirin û pê re wêneyek jî girt û xatir jê xwest. helbestnivîsandina wî jî wergeriya wî jî serkeftî ye.



14.01.2017 17:20 | daskan