Tirşik - Profîl
tirşik-profîla serburiyek

profîla "serburiyek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dûr nekeve] de;

1. stranekê sîmir rûdan e.



Nedikarî derkeve

ji malê hinga bivê

Ne dihêlişt dayika wê

Gelek jê hez dikir

Digotê neçe, dûr nekeve

Cilikên sor li xwe neke

Çavên xwe bigire hêdî veneke

Tu weneke, wekî zarokên din

Di kolanan de dileyîzin

Tên, diçin, dilezînin

Mezin dibin, dikevin dinyayê



Bi dinyayê bi dinyayê bi dinya…

Tu nekeve

Bê min negere



Ax û baran digihin hev

Hêşîn dibe tov hingê

Destê wê kengê jê diqete

Dixwaze di bin dawê de be

Dibêjiyê keça min, dûr nekeve

Wan cilikên sor li xwe neke







23.02.2014 06:22 | serburiyek