Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazyar

profîla "endazyar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kirmanckî] de;

5. zaraveyekî kurdî ye ku halê wî ne hal e.

îro derew hatim malê. gava nû ketim odeya xwe min kitêbên xwe yên kurdî dîtin. ku ji sedî 80ê wan kirmanckî ne, yên din jî kurmancî, hebkî jî soranî. ji zû ve bû min pirtukêk kirmanckî nexwendibû. bi gelemperî civata medyayê dişopînim, ferz û mîsal tirşik dixwînim, dersiminfo.net dixwînim, malperên din dixwînim û hew. ji ber zanîngehê û sîstîya xwe çend wext e nikarim bixwînim yanî.

welhasil min pirtukek hilbijart û dest bi xwendinê kir. pirtûk bi devokê dêrsimê hatibû nivîsandin. ew jî bo min gelek zor e. hem ez bêjim gava kurmancî dixwînim, dibêjim qey min bîst û du sal part-time kurmanctîyê kiriye. evqas rehet evqas zelal û herikî. lê devoka kirmanckî ya dêrsimê zor dide min, her çiqas kirmanckîya min ne xirab be jî, her çiqas xwendin û nivîsandinê de kêmasiya min tune be jî, gava dor tê wê devokê ez piçekî zehmetiyê dikşînim.

di eslê xwe de kitêbê ku min hilbijart piçekî kevin e li gorî yên din. ji ber vê jî tesîra standardbûna kirmanckî zêde naxwiye. bi tecribeyê min yê îroyî min dîsa têgihişt ku ji bo ziman/zaravayekî standartbûna nivîsê wî hewce û muhîm e.

dixwazim vê jî bêjim, heger kurmancî di standardbûnê de evqa rê nedimeşiya min îro nedikarî binivîsim û bixwînim.

hêvîya min ji zeûsê ev e ku înşela hemû pirtukên kirmanckî nêzikê standardê bin û her roj pirtukek were nivîsandin nivîsek were weşandin.



16.12.2017 00:48 | endazyar

3. yek ji zaravayên kurdî ye. li gor rapora unesco Here lînkê kirmanckî di nav zimanên ber bi windabûnê de ye.ev lîste dibêje heger bendek nayê girtin ew ziman di 50 salan de dê winda bibin. rêzikên unesco yên ji bo windabûna zimanan 5 derece ne. ji 1 ber bi puana 5 xetereyê li ser zimanî zêde dibe. axir kirmanckî di nav dereceya 1em de ye.



li gor min jî mixabin ez rewşa zaravayê xwe baş nabînim. ne xirab e, lê li gor rewşa nihayî em nafilitin. divê wek zarok tv em ê çend tiştên din jî bikin ji bo kirmanckî.



04.06.2016 01:03 | endazyar