Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska tirşikvanan] de;

127. Îro çumê şaxa eskerîya amedê ji bo karên xwe yê taloqkirina eskerîyê ez pêşîya şandeya tenduristîyê (saglik kurulu) bum. Wek min pir kes ji bo ku bikevin heyetê hatibun, hinek esker hinek peya hinek ji bo ku çuruk bistîne , anjî taloq bistîne hatibun hinek ker jî ji bo çawîşîya pisporî bikin hatibu.

Min dît xortek ku bi giranî astengîya zîhnî pêre hebu li gel dayîka xwe û birayê xwe re bu min silav daye min hinek heneka kir xortê astengder re û min rewşa wî ji kekê wî pirsî min jî qala xwîşka xwe û astengîya wê kir paşî yekî din hate nîk me û ew jî dest bi axiftinê kir vêca tirşîk min jî pirsî ka te xêrê çi nexweşîya te heye çima hatî hinek sekînî go ez ne nexweşim ji bo çawişiya pispor hatim min go tu ji ku yî go ji wanê me mi go me ne şerme dê bibî uzman dê kevî şer însana dê kujî heyfe guneh e ew jî gote min nizanim kar tune dûre hevalê din jî behsa xirabîya şer, eskerî wan tişta kir lê tabî xuya bu ku mesele ne bêkarî bu axiftin dewam dikir min nihêrî ciwanê wanî behsa vatan sevgisi kir go "bizim aile de askerlik genetik tir 4 tane amcaoglum uzman kardeşim askeri lise de okuyor bizde herkes uzman çavuş oluyor" hwd wek hûn taxmîn dikin ka dewama wê çawa bu axiftin dewam dikir lê min nêrî ka çawa mêjî, namus û hişê wî çawa winda bubu min bi hincetek xwe ji wan dûrxist dema dora min hat ketim heyetê belgeyên xwe da paşî derketim çum nimêjê paşî hatim min raporê xwe girt çum ji wêrê .

Paşî dema derketinê min dîsa nêrî çavê wî min dilê xwe de go gunehe jare min nexwest tiştek nebaş bête serî lê paşî gotina seyda hate bîra min "zarara kendi rizasiyla girene merhamet edilmez ve layik da degildir." Wiha ye tirşîk îro eve hate serê min nizanim mirov zindîyek çawaye taybetî însan çawa dikare ewqas tiştek rezîl qebîl bike û fikra xwe jî sedî sed biguherîne.



22.11.2017 18:54 ~19:00 | azad30

116. Hevaleke min Mehmet, erzînganê beşa mamostetîya zanistên civakî xilas kir atamayê wî çênebubu ev sal çend meha mamostetîya peretî kir piştî hingê bi hatina polêsan a ser mala wan de neçar ma çu eskerîyê , piştî hingê xêr û silamet ji eskerîyê vegerîya hate mala xwe.
min îsal meha remezanê 3 hevalêt xwe ku nav de Mehmet jî hebu gazî fitarê kir piştî fitarê behsa eskerîyê rezîlî û gemarîya wêrê kir hinek şîreta li me kir çêr û nifir eskerîya mecburî ya tirka kir çayê xwe vexwar tevlî heneka bu, ser îslamê û ser sîyaseta kurdîstanê axift carna jî guhê xwe da axaftinêt me dûre dema rabûnê jî spasîya xwe kir û gel her du hevalên dî ew jî rabu çu mala xwe. Ha min bîra kir binîvîsim Mihemed 28 salî bu dayîka wî salek berê niha emrê xwedê kir( xwedê cihê wê bike biheşt) feqîro pir li ber mirina dayîka xwe kevtibu. 5 roj berê ez û xanima xwe nava parkorman ê rêvediçun mihemed li gel her du hevalên dî rûnîştîbun erdî dendik dixwarin wê navberê me ji dûr ve silav da hev bi telefînê hevdu re me axift hal û rewşa hev pirsî paşî mihemed gazî me kir got werin hûn jî dendik bixwin me spas kir û ji ber ku karekê me hebu me neşîya em herin ba wan me ji wan xatir xwast em çun.

Îro danê nîvro min telefînek vekir bo hevalekî min halê wî pirsî ew jî got ez nav şîna pismamê bavê xwe me min jî dua kir û cihê şînê jê pirsî
Û hevalê min cih tarîf kir û wiha got
" Bira Mihemed jî rehmet kir..."

Min ewil got belkî nasekî mihemed emrê xwedê kirîye min nava otobûsê qêrîn kir çîyê wî ye? çawa mirîye? Çima mirîye? kengî mirîye? Pirs li dû hev ketin axirî min xebera reş girt "Mihemed emrê xwedê kirîbu" çi nexweşîyeke wî çinebu, cigare , eraq tîryak mîryak tiştek bi zerar û talûke ne dixwar û ne vedixwar nedikêşa doh ne pêr êvarê ( atamaya wî çênebubu loma li dörtyola hatayê şantîyeya tokî yê de dixebitî ) ji kar hatîye nişka ve destê xwe avêtîye gurçîkêt xwe û kirîye qêrî "gurçîkên min gurçîkên min" wî gavê de hevalên derûdorê ser serê wî kom dibin ewil dibêjin tiştek asayîye lê halê wî giran dibe radikin nexweşxanê di rê de şûûra xwe winda dike hinek tişta diaxive çavê wî mezin dibe dema digehijin nexweşxanê bijîşk çiqas mûdahele kiribin jî naête ser xwe çend seata ser disekînîn lê dûmahîkê seet 4 û nîva siharê emrê xwedê dike
Bijîşk gotîye ceger gurçîk hemî îflas kirîye ew jî şaş mane lewra radikin otopsîyê "mirina bi guman " dinîvîsîn ser dosya wî îro em heval hemî me şok derbas kir me hemîya ji hev du pirs dikir mirovek ku heta grîbek jî derbas neke çi gazindek çênebe çi nexweşîyek derbas neke çawa du sê seeta de dimire yanî Mihemed heta 3 roj berê ji me hemîya jî saxtir jîrtir û keyfxweştir bu lê niha di goristana yenîköyê de nav axê de hatîye veşartin.
hey Xwedayê mezin tu mirinek bi îman bo me bike nesîb tu Mihemedê hevalê me efû bike rojî û nimêjêt wî taat û îbadetêt wî qebul ke wî bi rehma xwe şa bike sebr û metanetê bo malbata wî bide.



27.07.2017 01:04 | azad30

67.

Şeva te'b xêr ez xulam; ev peyam peyama min a yekemîne ku di beşa rojnivîskê dinîvîsim. Îro seet 6 ê êvarê de ji mêrsînê ketime rîyê da ku biçim wanê nîk birayêt xwe û piştî çend roja ezê berê xwe bidim gever ê nîk xwîşka xwe erê ew gevera ku ji ber şerê hendekan kavilbuye û wêranbuye, dizanim min haj xwe heye ku ez ne supermen im ku bikaribim tiştek biguherînim lê hêjku dikarim li gel xwîşka xwe li gel mîlletê xwe bikim girî dikarim axîn ù kesera bêdewletbùnê li gel gelê xwe bijîm û tijî nifiran bikim ji bo dijminêt xwe dîsa hêj ku dikarin dua bikim bo rewşa gelê xwe û kurdîstana xwe.



. Piştî geverê jî înşaallah ezê bo hevdîtinekê çime colemêrgê ku sedemek mezin digire bo vê rêwîtîyê.



ev rêvîtî ji bo min ji rêvîtîyên dîtir cûdatir e ji ber ku encama vê gera min a axa bav û kalê min wê îhtîmalek mezin bandorek mezin ji bo jîyana min bike belkî pêşeroja min jî biguherîne.



Bavê min heftîyekê berê ku niha li wanê ye bo min telefînek vekir ji bo ku bême colemêrg ê bo hevdînekê , ji min xwest ku bo eyda remezanê li gel betlaneya fermî 9 rojê xwe li wanê û colemêrg ê biborînim. Helbet piştî ku behsê sedema gazîkirina xwe bo hevdîtinekê kir ez cihê xwe şaş ù metelmayî bum. ji ber ku tiştek wesa ji min dixwest ku her tişt ji bilî îradeya min rêvediçu loma min go ez nikarim bêm hem ji ber medreseyê(di med-zehra yê) ku me dest bi bernameya perwerdehîya zarokan a dewra havînê kirîbu hem ji ber semînerên ku serperîştîya perwerdehîyê a mêrsînê amade kirîbu û tevlîbuna min jî bo semîneran şert Bu, ji ber van hecetan min go ez niha neşêm bême colemêrg ê lê çi gava min go neşêm û nikarim bêm, kerbê bavê min vebu bi helwesteke tund emir da min ku bême colemêrg ê digo bila çend roja yekî şûna te bikeve waneya zarokan a medresê, ji bo semîneran jî heceta min zanî û got jixwe betlaneya fermî ye min dîn neke zû here bîletê xwe bistîne bo wanê . min çend seetan ' 'berxwedanek bi heybet' çêkiribît jî ew ji ya xwe nehat xarê û dawîyê go eger tu neyê ji ber ku min sozek daye filankesan ezê êdî nabêjim tu kurê min î.



Wax jarê ezê lawo bavê min çendî bi qerar ù israr Bu ku niha min xeberê wî kirîye ù ketime rêya colemêrgê bo hevdînekê ku dibe ku jîyana min biguherîne.



Hey xwedayê min ê rehman tu bike xêr ku hêj ku ev hevdîtin ji bo min hem bi xêr bît hem jî li gorî dilê min bît. Her çendî bi israra bavê xwe ketibime rêkê jî dilê min jî lê heye bo vê hevditînê. Ką bila ev 9 roj xilas bibît hingê ezê encama hevdîtinê û hestên min yên ku ji ber gevera xirabbûyî çêbûyî ezê binîvîsim bo te : rojnivîska tirşîkê. Hîvya xwedê...*



30.06.2016 21:50 | azad30