Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cewşen] de;

4. Kesên ku mijarên wek marîfetullah, muhabbetullah bi xwe ra kiribe tatêl(meraq) dikare jê sûd werbigire. Ji bo oldaran jî dikarim bêjim ku carna mirov wexta ku bixwaze dua bike nizane wê çi bêje an jî piştî 3 4 xulekan êdî mirov duayê xwe ji neçarî diqedîne. lê piştî ku mirov cevşenê dixwîne çawa ku mirovek têhnî di çol û çolistanekê rastî kanîyek tê û şa dibe têr dibe wek wiha jî cevşen jî ava di nav çol û çolistanê ye. Ger hûn bixwazin dûa bikin teqez binêrin cevşenê û bixwînin. Yê ku bixwîne jî bila xêra xwe bo me jî dûa bike.*



02.04.2016 19:25 ~19:28 | azad30

3. Cevşenûl kebîr ji alîyê Zeynalabîdîn ve bi rêya tevatûrê hatîye rîvayetkirin. Bi çi avayî hatibe rîvayetkirin(geh ji alimên sûnnî geh ji alimên şîî) divê em binêrin naveroka wî. Bi naveroka xwe ji tu alîyan ve nakokî di nav xwe û navbera bingeh û esasên îslamê ve nahewîne. Ji serî heya dawî dua, zîkr, zanînên marîfetullah, muhabbetullah di nav xwe de dihewîne. Ger mirov carek jî hama qenebe me'ala wî jî bixwîne wê qedr û qîmeta wî bizane.



02.04.2016 19:13 ~19:14 | azad30