Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [taybetmendîyên karekterîstîk yên ateîstan deîstan nizanim çi îstan] de;

17. Taybetmendîyên wan ewe ku bûye sebeb ku mijarek bi vê navê bête vekirin. Ger yên bêbawer gotinên eletewş neavêtibana dîndaran ger henek û tiranêt(dalga geçmek) çivêl ne gotibana da mijarek bi navî naête vekirin (bnr: taybetmendîyên karekterîstîk yên dîndaran) . ê willah bi serê dimka nîskekê ne xema mine ku bawerîye xelk û alemê çiye anjî bêbawerîya wan min eleqedar nake lê eger wek min gotî ger yên bêbawer henekê xwe bo dîndara bike ê willah wê yên dîndar jî ne hewceyê ku rumetê şanî îst îstan bike. Wê her tim heqê devê wan bide. Yên bêbawer bila bi rûmet bin paşî hîvya rûmetê bin.



03.04.2016 17:51 | azad30

7. sureya Rad ayeta 11 : heya ku civatek xwe dûrûst neke em jî wan dûrûst nakin. Mirov di vî ayetê dizane ku eger civatek ketibe rewşekî xirab ev sûcê wî civatê ye. Lê îst îstên me dîsa dewam dikin wax eger xweda heba çima dînya ewqas xirabe demek haşa xweda tûne law serhişko ma xwedê go te te mazlùma bikuje, zilmê bike nexwîne nepirse.



03.04.2016 02:34 | azad30

6. Dema ku mirov bi sedan delîla tîne ew bi yek carî dibêjin wax çavkanî ne raste wax derewe. Lê îst îstên hemû dînyayê bicivin jî nikarin derewekî hz muhammed(sav) peyda bikin, dema mirov vê yekê dibêje dîsa jî hişt dibin pişt dibin nizanim sist dibin mijarê diguherînin tînin ser rewşa xirab a bisilmana anjî daîş maîş a û bi vî avayî ji heqîqetê derewîn dikin.



03.04.2016 02:18 | azad30

4. Enanîyet quretî di wan kesa de ewqas mezin buye ku çawa ku mûşrîk ji pêxember(sav) re ji ber ku ew xwe dizanî bûn ku muhemmed tu carî derewa nake jê ra gotubûn ku muhemmed (haşa) sehrbaze. Wek wiha jî îst îst ên vî zemanî jî wisane ku mirov heya siharê ji dehan pirtûkan ji dehan zanîstan ji sedan gotinan ji hezaran delîlan bîne ew hemî delîlan bi derewkarî yê tawanbar dikin. Û ji ber ku nikarin enanîyetên xwe bi perçiqînin bi rîya di derûnnasîyê de wek "savunma mekanizmas" tê gotin tawanbarkirina bi derewê xwe ji bêçaretîyê qaşo xilas dikin.



03.04.2016 02:02 ~02:04 | azad30

2. . sureya qesas: rastî ewe ku tu nikarî hezkirîyê xwe bînî hîdayetê lêbelê xwedê (yên ku dixwazin bawer bikin), dizane ku ka kî wê bê hîdayetê û wa tîne hîdayetê.



03.04.2016 01:55 | azad30

1. Hizra wan kesan dema ku dîndarek bi wan re nîqaş bike dil da dibêjin ku ev dîndar me bi nezanîyê tawanbar dike û dixwaze me bîne "rîya rast" . li gor van hevalan yên dîndar jar û exsîrin û ketine dîv derewekê û dixwazin wan bînin hîdayetê. Dibêjin me nizanim qur'an xwendîye gazalî xwendîye nizanim xedîs xwendîye lê haya wan nîne ku enanîyetek(quretîyek) ecêp wan girtîye û çi gava dîndar çavkanîyek tîne jê ra dibêjin nizanim ew derewe, xelete . bi vî avayî fikrên xwe bi rîya derewkirina çavkanîyên dîndaran ji kurdîya vî nizanim "bilişsel çelişki" yê dûr dikin. Oxira wan ya xêrê be.



03.04.2016 01:44 | azad30