Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtukeke kurdî ya du hezar salî hate dîtin] de;

3. Tu çawa zanî derew e. Delîlên te çi ne?



25.04.2016 17:06 | azad30

1. Ji Basnûçe yê .



Pirtûkeke kurdî ya du hezar salî hate dîtin



Li Rojhilatê Kurdistanê pirtûkeke kurdî ya ku 2 hezar salî ye hat dîtin.





BasNews - Kitêbeke kurdî ya du hezar salî li Kurdistanê hate dîtin. Li gor pêgeha Şûnwarên Kurdistanê ew kitêb 20 rûpel e û Gatayên Zerdeştî bi zimanê Hewramî (Ahuramanî) bi zimanê Avêstayî ya Kevin (bi pîtên aramî) li ser çermê xezalê hatiye nivîsîn û li gor lêkolînan dîroka wê vedigere du hezar sal berî niha.





Pirtûk ji aliyê malbateke hejar ya Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Hewramanê hatiye dîtin û ji ber ku nexwestiye pirtûk bikeve destê hikûmeta Îranê, xwediyê wê pirtûkê dibe welatê Brîtanya û ji ber rewşa hejarî û jiyana penaberiyê xwestiye pirtûkê bifroşe, lê bi hewla çend Kurdan poşman dibe.





Di beşeke malpera Şûnwarên Kurdistanê de wiha tê gotin: ’’ Em ji rayedar û berpirsên Herêma Kurdistanê dixwazîn ku ji bo vegerandina pirtûkê bo Kurdistanê hevkariya me bikin, ji ber ku li gor yasayan dikarin ji bo kirîna pirtûkê pereyan veqetînin.”



Here lînkê



25.04.2016 14:45 | azad30