Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji tirşikê veqetîn] de;

6. yê ku wiha dibêje re;



''ewên ku dibêjin bila tirşik bi pêş ve here, bila tiştên biqalîtetir werin nivîsandin û bila nebe nola ferhengen tirkan, bila hama qet texsîr nekin, binivîsinin me kê ji destê we pêgirtiye?''



mirov di fitratê xwe de jîndarek wesa ye ku ji bo ku di tora civakî de xebatekÊ bike anjî wext derbas bike xwe hewce dibîne ku kesên din rasterast êrîşên bêedeb li ser nirxên wî/ê neke. mirov nikare cihekÊ ku bi gotinÊn bêedeb û heqeret rehet bibe , mirov di bin rewşeke wisa de ku oxford ê jî bibe nikare bÊstres xebatÊ bike. belkî ez xelet bim Lê ez qet hez nakem ku tirşÎk jî bibe wekî malperÊn din ku tije sixefin.





23.06.2016 14:17 ~14:18 | azad30

5. binêrin mesela di televîzyonan de kesên muhalîf tên bernameyekê û li ser mijarekê nîqaş dikin mesela di bernameya ahmet hakan de hem hdp yî, akp YÎ, chp yî, mhp yî û her wiha fikrÊn cûda tên hemberî hev û dest bi nÎqaşÊn dûr û kûr dikin lê wek medenîyan xeber didin rûmet didin hevdû, ji hev dûre sixÊfan nakin, çÊr nakin, bawerî Û fikrÊn hevûdu biçûk nabînin xelet dibînin, rexne dikin lê wekî sÛTARAN ji sînor derbas nakin.



lê tora civakî binêrin gelek caran di mijarên nîqaşê de wekî heywanan wekî berazan ji hevûdur e sixêfa, xebera dikin lewra bi gotinekÊ herî nazîk însanên ji rêzê û besîtin, fahmkorin, bêedebin, ji ber wan kesan min hem twîtter a xwe hem facebook a xwe girtîye. ji bo min tenÊ tirşîk.netheye lÊ eger tirşîk jî bibe wek malperên din ku tije sixêf û heqeretin, nikarim vêrê jî îdare bikim. lewra em însanin, wê helbet emÊ rexne bikin, hem bo dîndar a, bo ne-dîndar û bêbawera, hem bo apocîya hem bo berzanî, pdk yî ya lÊ divê em bi terbîye û biedeb bin.



bila nivîskarÊn tirşîkÊ kÊm bin ne xeme, ne ferza ku bi hezara bin wekî ekşî , încî mîncî ku tÊ da tijî sûtar û bÊedeb hene. bila em kÊm bin bila hinek dûstur û ûslUba nivÎs û peyama hebin hêj ku wê mijarên me wê biqalîte bibin nivîskarên me jî wê wekî xortên camÊr Û jinên delal bibin û emê ji ber homojenbûna tirşîkê serfiraz bibin û emÊ li gel ateîstÊn xwe, li gel dîndarÊn xwe li gel pkk yî Û PDK yî yên xwe yÊ biedeb û efendî, emê şa bibin.



lÊ eger ji bo ku du sê kesÊn devgenî û devşekal di tirşîkÊ de zêde bibin, entry mentryên bereday zehftir bin moderatorên tirşîk.net ê jî ji ûslUBên edebê TAVÎZ BİDE hingê rê namîne ku kesên ji sixêf, nifir, heqeretên pîs hez nakin tirşikÊ bimîne...



êdî tercîh ya moderatorên tirşîk.net ê ye.



23.06.2016 14:01 | azad30

1. eger moderatorên tirşîkÊ şertek ne deyne bo uslûbê peyaman êdî rê NAMÎNE ku ez li tirşîk ê BİMÎNİM. wekî hun dizanin di tirşîkê de tu sînorek tune ku rê li ber nivîsên ku nav de heqeret, sucê nefretÊ, SİXÊF kirin hwd hebe bigire. di gelek mijaran de wek sîyasî, dînî, civakî gelek nivîsên ku dilê mirovÊ ji tirşîkê sar dikin heye. hinek kes qalîte û kemiLîBÛNA tirşîkÊ Bİ RÎYA peyam û parvekirinên bêedebî, sûtarîTî kêm dike û xirab dike.



pêla herî dawî jî di bin mijara islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin de ji alîyê biruya hayao miyazakî ve di peyama 11. ande bi parvekirina vîdeoYEKê ve derket holê ku tÊ da dema ku dîndarek hetta dev jî dîndarîyê berdin însanek normal ku jî temaşe bike dilê wî/ê reş dibe ji tirşîkÊ sar dibe. yanî ê willah heya dijminekê îslamê jî tiştek wiha parvenake. çi ravekirina parvekirina wê vîdeoyÊ nîne.



bi van bêedebîyan tirşîk jî êdî buye weke ferhengÊn tirkî ku di gelek peyaman de nifir, heqeret, sucê netretê heye dijminatîya her cure nirxekê bi rêya heqeretAN TÊ dîyar kirin, sixêfên herî pîs jî bê şerm û fedî tê nivîsin hetta weke youtube hatîye ku tê da teqez di bin her mijarek kurdî de faşîstek tê sixêfA KURDA dide. kesÊN ku wan bêedebîyÊ dikin wek ergen ek ku sucÊ nefretÊ dike ye , nefreta dİLê XWE bi rîya parvekirin û peyamÊn tije heqeret aşkîra dike.



Bİ KURT Û kurmancî eger pêşî xwedîyê peyama ku min behs kir wÊ peyama xwe jênebe û lêborînê nexwaze, moderator jî di peyaman de sixêf kirin, heqeret kirin anjî peyamÊN KU tê da sûcê nefretê hebe qedexe neke êdî ez tirşîkê namînim.



23.06.2016 11:31 ~11:42 | azad30