Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kehaneta ku xwe pêk tîne] de;

1. Kehaneta Xwe Pêktîne
Kehaneta Ku Xwe Pêktîne
(bnr: bandora pygmalion)
(bnr: kendini gerçekleştiren kehanet)

Mijarekê derûnnasîyê ye. Dema mirov di mijarekê de xwedî fikrekî neyînî be û her tim wê fikrê biparêze, hişê xwe de her tim bîr bîne dûre ew fikr ew pêşbînî rast derdikeve. Lê wiha rast derdikev, dema mirov fikrekê neyînî hişê xwe de dibêje paşî di binhişê xwe de ew fikr cih digire dûre hêdî hêdî mirov bi kirin û tevgerê xwe wê pêşbînîya neyînî rast derdixe.

Ku em li ser mînakekê biaxwivin;

Yek rabe û bêje "Ez nikarim di alesê serkevim û lîsansê bilind bikim." Bila pêşbînî ev be. Dema mirov vê gotinê her tim bîne bîra xwe û bêje ez nikarim vî lîsansa bilind bikim. Hêdî hêdî ev pêşbînî di mêjîyê mirovî de cih digire. Lê ew kes dîsa diçe pirtûk distîne lê dereng dixebite ku dema bixebite jî bê pergal dixebite. Wextek cuda naqetîne ji ezmûne re û bi vî awayî ji ber bêbawerî û pêşbînîya neyînî ew kehanet ango "pêşbînîya neyînî" hêdî hêdî xwe rast derdixe û di ezmûnê de puanek kêm tê girtin û lîsansa bilind jî çênabe. Bi vî awayî kehanet rast derdikeve .



10.01.2020 17:09 | azad30