Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [game of thrones] de;

69. Çend sal berê min destpêkirîbu lê ji ber dîmenên erotîk min di beşa ewil de dest jê hêla bu. Lê piştî sal û du salan min nêrî ku pir kes mehtê, pesnê wî dide min pir meraq kir û min dîsa dest avêt û çend meha de xilas kir.


ne hewceya mirov vêrê pesnê wî bide rêzefîlm tenê ji ber sînematografî, dîmen û qelîteya prodûksîyonê jî be divê bê temaşe kirin. Hetta bi sezonên xwe yên heta 6 an wê pir qalîteya hunera sînemayê bilind bike.

Ezê vêrê hinek rexneya bikim

1. Bi min senaryo ya piştî sezona 6 an pir bi pisgirêke û ne li gorî taybetîya got ê ya bingehîn bu rêzefîlm, pirtûka George R. R. Martin a bi navê "Strana Cemed û Agir ê" (A Song of Ice and Fire) ve hatîye çêkirin. Fîlm heya sezona 6 an kêm û zêde dûv pirtûkê diçe loma taybetîya GOT ê êku wê ji fîlmên holywoodê cûda dike diparêze lê piştî sezona 6 an êdî derhênerên Got ê bixwe senaryo çedikin û dirîn têve. sezonên 7 û 8 an de beravajî sezonên ewil de êdî mijar tenê li ser sê çar şexsan derbas dibe. Wan şexsên bi xurt ên sezonên pêşî de tê pûç kirin wek mînak tyrîon lennîster berê pir zîrek bû di rêveberîyê de zanînên wî fikrên wî pir girîng û bi mantiq bu Lord Varys, Petyr Baelish jî her wisa lê bi her du sezonên dawîn de êdî tyrîon tu cara fikrekê rast nabêje û di her pêşnîyarekê de Dynaers û artêşa wê pir bi zirar dibîne li vir eşkere ye ku senarîst û derhenerên rêzefîlmê tyrîon bereksê sezonên ewil de pûç dikin. Di sezona heftan de dema jon Snow hem ji bo daxwaza alîkarî û daweta Dynaers diçe cem wê Jon ji ber Night Kîng ê alîkarî dixwaze ji wê aha di wan deman de tyrîon dibêje eger em mirîyekî bi saxî bînin pêş Cerceî lennister wê hingê xetereya mezin a pêşî zindîyan de bibîne qanih bibe û wê agirbest ê qebîl bike û bi me re li hember Night Kîngê şer bike û Jon û hinekên din diçine warê Night Kîng ê li wir şer dikin dawîyê de mirîyekî tînîn pêş Cerceî, Cerceî jî wan dixapîne dibêje ezê bi we re şer bikim lê piştî Jon, Dynaers ekîp û artêşa wê li gor peymanê diçin Wînterfell ê hingê tê zanîn ku hatine xapandin ê. Bi vî awayî senarîst berevajî sezonên ewil hemû karekterên bi fehm û têgehişti karekteran dixwe şûna keran û wan dide xapandinek bi vî rengî.

2. Berê şerê Nigth Kîng ê senarîstên fîlmê pir pesnê wê beşê dikir lê di şerê wînterfell ê de hate dîtin ku pir xeletî û kêmasî hebûn wek mînak hem amadekarîya şerê hew ji hendekekê bu hem jî kesek ji lîstîkvanên taybet nehate kuştin normal de got ê de mirov her sezonekê de diket meraq ka wê kî/ê bimire lê çi ecebe sedhezar mirî diavêjin ser wînterfellê lê dîsa jî nikarin du sê heb lîstîkvanên bijarte bikujin. Û tabî sehneya Arya Stark, wêrê bi min pir kêmasî hebû senarîst arya kirîbun şûna supermenê mirov berê dîmenê temaşe bike dikare bibîne ku ne gengaze ku arya nav hezaran mirî û White Walker, Gerokên Spî de rabe bifirê û Night Kîng ê bikuje.

3. Û Dynaers û fînala Got ê wêrê mirov Jon Snow fehm dike kuştina meta xwe lê arkadaş ma ev senarîst ker in çawa Dynaers dikare qetlîamek wiha mezin pêk bîne erê tema westerosê pir zirar dît du ejderhayê wê hate kuştin artêşa wê zirar dît lê kanê ew Dynaersê şoreşger ya sezonên beşên ewil de ji gelan azadî dixwest saxîya canê wan soz dida diparast. Hinek dibêje Dynaers dîn bûye û Westerosê kesê ta'etê wê nedikir. Bi min ev xeletî ye ji ber ku dema kuştina wê de ji Jon ê rîca dike dibêje " were dînyayek xweş amade bikin û ji zalima xilas bikin" ango kêm û zêde wek Dynaersê sezonên ewil xeber dide lê kirinên wê pir bi saçma bû û tabî fînal jî zehf saçma bu.

4. Bran stark hêj jî nehatîbu zanîn ka çi taybetîya wê heye ku heba çima hevalên xwe hişyar nedikir nedigot min dîtîye fîlan erdê wiha bikin wiha nekin hwd hem rola wî baş nedihate dîyarkirinê hem Dynaersê dane kuştinê hem jî Jon ê şandin bakurê dîwarê heya mirinê.

5. Û pirsgirêka mezin jî romantîzma nav karekteran kêm bu û ne li gorî rastîyê bu mesela xwîşk û birayên Stark piştî salan hevudu dibînîn lê rast û durust hesreta êkudu nakêşin derbarê serborîya wan de tiştek napirsin
mînak yaw bira, Arya koka Malbata Freyan tola malbata xwe dayîka xwe birayê xwe artêşa xwe digire hem jî bi planek efsaneyî wan kuşt lê dema tê wînterfellê kesê behsa serkeftina wê nedikir ango qet behsa dîroka berê nedikirin ev rewş tiştek sûnîye û nabe qarekterên wiha ku pir feodal bûn û mirîya malbatê xwe bun û behsa dîrok û serborîya nekin.

Xeletî pir e hem jî yêt hêsan bûn bi henek guhertinan ew kêmasî jî nedima.



26.08.2019 22:49 ~23:00 | azad30