Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [eruh] de;

1. navê gundekî dihê ye. hemberî çiyayê herekolê ye. sê mezrayên vî gundê mezin hene: mêrgê, şidadanû ebûbekiran. di navbera gundên herêmoka garisan, gundÊ şawiraû nîvilade dimîne. gelheya vî gundî zehf e, lê belê aniha di gund de qereqolek (ku tebaxa 2012'an de gerîlayan radabûn ser vê qereqolê) û çend mal gundî hene.

di sala 1924'an de aqûb axayê eruhî serî li hember komara tirko radike. ji gundê eruh heta serê zînî ya sêrtê tên, mixabin ew sîperên ku kolayîn dibin tirba wan. neviyên aqûb axa sirgûnê rojavayê dikin. xelîl axayê eruhî jî kurê aqûb axa ye. piştî serhildanê ji alî cendirmeyan ve tê girtin. dema wî mehkeme dikin, dadger 12 sal û 8 meh ceza lê dibire. Ew jî dibêje: min nêzingê 20 leşkeran kuştiye, nexwe seriyekî leşker nake salek jî, mala dadger ava... * xelîl axayê eruhî hevalê ismail beşikçi yê di girtîgeha edeneyê bû, ismail beşikçi gelek caran behsa wî dike. dema PKK di sala 1984'an de diavêje ser dihê wê şevê bi agahiya vê serhildanê re xelîl axayê kurê şehîd aqûb axayê eruhî ji kêfan jiyana xwe ji dest dide.

her wekî din, bi tirkî navê navçeya dihê eruh e.



17.10.2013 16:18 | zero