Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aforîzmayên rênas jiyan] de;

1. - hezkirina ku ji fesadiyê û ji xerabiyê û ji şikê ne xurttir be û bi xencerê nehatibe cerribandin ew ne tu hezkirin e!

- wêje jî, erotîzm jî bêyî evînê nikarin hebin û bêyî wê nikarin deqqeyekê jî biqedînin.

- hay ji hinekan heye ku em ê êşên xwe ji bîr bikin, paşstûyê xwe bixurînin û ji dîrokê cêlî bibin û herin; lê belê nizanin ku ji roja me dest bi daxwaza serbestiya welatê xwe kiriye û bi vir ve, em bi stêrkan şêwirîne, em bi helbestan perwerde bûne û em bi stranan û baranan dewlemend bûne.

- ne huner be bîra birîndar ji janên xwe xelas nabe, aş nabe.

- goşt, her tim dikare hebe, agir her tim dikare hebe, lê heta ku ev goşt û agir di pêvajoya "çirûskîsyon"ê re derbas nebin, ango heta ku agir goştî nebirêje huner ava nabe, tehm çênabe.

- hunera serkeftî bi azadiyê ava dibe, huner azadî ye, ger azadî tune be huner tune ye.

- Jiyan, "janya"yek e, welatekî bedew e lê bi jan e; di pêvajoya jiyînê de an mirov diêşe an jî diêşîne, her tim trajedî li dar in. Di jiyanê de êş heqîqet e, êş hebûn e.



27.10.2013 03:34 | zero