1. di rêziknameya helbestkêr de jiholêrakirina sînorên destpêk û dawiya jiyanê û xweavêtina bextê kêliyên jiyanê hene. dema ev tişt pêk were vêca empatî dest pê dike û dema empatî dest pê dike jî vêca helbestkar/î dibe saziyek serbixwe. dema em dêna xwe didin mamo berken bereh, em dibînin ku di çînên helbesta wî de çîna herî jor û xwedayî “jin” e! di kurdistaneke bindest de jin çawa du qatî mêran diheciqin, di tekstên berken bereh de jî jin du qatî mêran hêjatir û xwedayîtir in. berken bereh, qedrê jinê yê bêhempa gelek paqij û bedew destnîşan dike, bi awayeke gelek tûj dijberî zilma li ser jinê ye û di helbestên wî de jineke kurd ku kêrnehatî tuneye; jin şervan in, dayîk in, kubar in, bedew in, leyla qasim in, bêrîvanên bedew in ku ji ber diravan bi destê bav û birayên xwe dibin bûka mêtingeran, xezalên batmanê ne ku xwe ji dêvla ronakbîran dikujin, kakilê jiyanê ne... di helbesta bi navê “şerbeta ji êgir” beşa iii. de puzzle temam bûye û ew mêran têxe di bin lingê dayîkan de, ku dibêje: |
|
27.10.2013 16:22 |
zero
![]() |