Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hêlepepan an hilîpepan] de;

1. hêlepepan û hilîpepan tên eynî me'neyê: di dema rewşek ne xweş de mirov ji aciziyan rabe û dest bi xeber û sixêfan bike wê hingê ji wî mirovî re dibêjin: rabû hêlepepanê/hilîpepanê.

bi tirkî: öfkeden şaha kalmak.

li aliyê dihê jê re dibêjin rabûna hilîpepanê. dibe ku were me'neya "hilbûyîna li ser pepan/lingan, rabûna li ser lingan" bi ya min bikaranîna vê peyvê (hilîpepan) bêtir di cih de ye.

peyva "hêlepepan"ê min cara ewil di dîwana berken berehî de dît. ji ber ku navenda şirnexê aşiqê peyva "ê, e, g"yê ne dibe ku ew ji hilîpepanê re bibêjin hêlepepan. an jî ez xelet im, lê divê ev mesele bê safîkirin.



27.10.2013 23:04 | zero