Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên kurdî yên li ser berfê] de;

3. helbesta arjen arî ya bi navê "hêvî":

"Hêleke min diqutife ji sermê

Çiya keleheke asê, rê asê,dem asê

Hêviya min kulîlka binê berfê

Ha bel bû ha bel bibê

Û berf tê



Tê..!



Bibare berfê

Li ber xwe bide kulîlkê,

Tu ji vê axê yî, ez ji vê axê..!



Wê vebe rengo rengo

Piştî taveke xwêjinkî keskesor

Sihareke rûbihar e hêviya min

Tîrêj-bişirîn rojeke gulî-sor

Ha hilat ha hiltê

Û berf tê



Tê..!



Bibare berfê

Li ber xwe bide kulîlkê

Berf li hêlekê, tu li hêlekê

Hêviya min jî bihar e"



20.02.2014 04:23 | zero