Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fortek] de;

1. navê helbesteke fêrîkê ûsiv e. ev helbest dide xuyakirin ku fêrîkê ûsiv îdealîstek e. lew dema ez vê helbestê dixwînim her û her sebra mezin a helbestkaran û gewrebûna wan tê li bîra min.



Fortek

Ez şaîrê gulbare,

Ez bilbilê hezare,

Ez genimê bijare,

Ez tiberka tucare,

Ez şemal û minare,

Ez ew mêrê zinare...



Ax, çawa min nas nakin,

Bi evîntî hez nakin?



Dibê’n, giva te diziye

Her poêm û her qise,

Dibê’n -dengê te ku tê,

Mîna sewta qarqarkê,-

Dest bide ser însafê,

Şaîr nayêyî hesabê.



Ez dengbêjê evînan,

Ez melhema birînan,

Ez stêrka esmanan.



Ax, çawa min nas nakin,

Ax, çawa min hez nakin?



28.03.2014 23:04 | zero