Tirşik - Profîl
tirşik-profîla uciezkvidyêvp

profîla "uciezkvidyêvp"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [django unchained] de;

1. fîlmeka quentin tarantino ye, fîlm sala 2012an cara pêşiyê li amerîkayê ketiye vîzyonê de, di fîlmê de lîstikvanên wekê jamie foxx, christoph waltz, (bnr: leonardo dicaprio), (bnr: kerry washington)û (bnr: samuel l. jackson) dileyîzin.

fîlm mijara xwe ji çÎrokek ji çîrokên şerê navxweyî yê amerîkayê yê heyama sedsala 19an distîne. rêya reşikek kole bi navê django û bijîşkek alman bi navê dr. schultz awayekî ji awayan li hev rast tê û li hev diherbile, dr. schultz tawanbarên qaçax digire û dikuje û serê herê tawanbarekê kuştî pereyan qezenc dike, xwedî û efendiyê berê yê django jî yek ji wan tawanbarên qaçax e ku dr. schultz şopê li ser digerîne, piştî qederekî êdî django û dr. schultz dibin şirîkê hev Û bi hev re derdikevin rav û nêçîra tawanbaran, piştî ku bi hev re têr ditamijin bêhna xwîn û kuştinê, vê carê jî bayê felekê berê van herdu şirÎkan dide ser qonaxa candylandê.



ez dirêj nekim ji bo wan kesên hez ji fîlmên westernê dikin, xêra xwudê ye, jê nemînin, temaşe bikin an bi qewlê toriyan berê xwe bidinê û lê bihesînin.



20.11.2014 20:21 | uciezkvidyêvp