Tirşik - Profîl
tirşik-profîla uciezkvidyêvp

profîla "uciezkvidyêvp"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [min dilê xwe da te] de;

1. xweş stranek e ku ji aliyê aşiq nûredîn cizîrî ve tê gotin. gotinên stranê yên kê ne û meqamê stranê kê daniye nizanim lê berê min ji çend stranbêjên din jî guhdarî kiriye ev stran.



''min dilê xwe da te, gava min hej te kir

te firotim erzan, te çû yekê xwe kir

piştî te bêbextê, evîn li xwe tobe kir



te bi serê'm sond dixwar, te digo vî zimanî

kesek dî ji te pê ve, şa nabe bi vî canî

carkî te ji bîr kirim, te min bi bîra xwe nanî



keçê te ez xapandim, derdê min gelek kir

tu car bê te hevalan, henekê xwe bi te kir

tu bikevî bindestan, tu û mêrik bin hev nekin



ev çend sal in bi te re, min bi te re derbas kir

piştÎ min te mêr kir, nûka min te nas kir

te sozek bicih nanî, te bi xwe re min xilas kir''



aşiq nûredîn cizîrî - min dilê xwe da te; http://www.youtube.com/watch?v=8loJLvTupHc



16.12.2014 01:13 | uciezkvidyêvp