Tirşik - Profîl
tirşik-profîla onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip

profîla "onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip] de;

12. mîsyona vî navî jî xilas, bi vê re bûn 250 peyam û hej hejmarên girover dikim Û divê mirov tiştinan di tamê de bihêle û hej û-yan dikim lê ceynika serê min ji ku-yan diçe, û min gelek dixwest tirşik bigihije asta ferhengên din lê wek me hemûyan bi hev re dît û tecrûbe kir ev yek ji bo vê gavê ne mimkun û bes xeyalek e.. û berî ku simurg56 tirşikê çêke di fikra min de çêkirina ferhengeke kurdî hebû, û hê jî heye, belkî siberojê bi xwe ferhengeke bi dilê xwe çêkim, lê bi tecrûbeya tirşikê min fêhm kir ku ev yek ew qasî ne hêsan e, û ew motîvasyona min a berê ji bo kar û xebatên kurdî nemaye, anyway ji binî ve dawî li serpêhatiya xwe ya ligel tirşikê tînim û hûn sax û ez silamet!




8. feqîrê xwudê bi kîjan navî binivîse nikare xwe ji xezeba tolhildêran xilas bike.. ev cara dehê ye dibêjim û dubare û sêbare dikim ez ne dijminê tu kesî me, armanca min ne reşkirina tu kesî ye, lê ji ber ku kurmanciya min bi qasê ya brusk56 ne xurt e ez nikarim bi qasê wî xwe tam îfade bikim.. * neyse nexwe çarbare bêjim min heta niha bi qasê barê kerekî li ser tezên pkkê û tezên antî pkkê pirtûk xwendine ne wekê berê lê hê jî dema tiştekî hêjayî xwendinê dibînim dixwînim li gorî van xwendinên xwe dema li cihekî -tirşik an platformeke din- mesele bê ser pkkê fikra xwe û ya dilê xwe dibêjim.. li ser nêrîn û nêzikatiya öcalan û kadroyên din ên rêveber yên pkkê li hemberî jinê kêm zêde min tiştin xwendine û li gorî van xwendinên xwe dema slogana jin jiyan azadî seh dikim kenê min tê.. dirêj nekim heçiyê çîrok û serpêhatiya sakine cansız tenê bixwîne wê bizanibe û fêhm bike ka qedrê jinê û wateya azadiya jinê li cem öcalan û kadroya rêveber ya kckê çi ye..

di wê vîdeoya dawîn de jî kolajek heye yanî çend parçe vîdeoyên li ser heman mijarê anîne cem hev erê lê ya ku ez eleqeya xwe jê çêkim ew gotin in ku ji devê öcalan derdikevin, ku kîjan jin bi îradeya xwe ya îpoteknekirî temaşe bike, dilê wê, wê ji dinyayê reş bibe.. û eger tu dibêjî ev vîdeo hemû montaj in û gotinên öcalan ji konteksta xwe hatine dûrkirin û mebest û wateya gotinan hatiye guhertin û berovajîkirin li cem te hebe xêra xwe vîdeoyên resen ên tu kes pê nexebitî û destê xwe lê nedayî yên öcalan ên derheqê nêrîna wî ya li hemberî jinê de parve bike, de ez jiya xwe werim xwar û bêjim qisûrê efû bikin, min neheqî lê kiriye, tiştên min nivîsî hemû xelet in..



û asoxÎn tiştên ku ez dibêjim ne ayet in û ne ji orta quranê ne, fikr û nêrînên min ên şexsî ne, ji xwe tişta ku ez jê ne piştrast bim b piranî bi risteya ez ne xelet bim destpê dikim, yanî tişta ku dibêjim û dinivîsim dibe ku şaş bin lê dixwazim herkes bizanibe ku ne bi niyeta reşkirinê dinivîsim..



û nazim xêra xwe û ya dêûbavê xwe bela xwe ji min veke, û bes li jêr her peyameka min têbiniyên zarokane di nav kevaneyên bnr de binivîse, eger li hemberî fikr û nêrînên min fikreka te ya antîtez te hebe kerem ke binivîse bes niyet Û mebest û armanca min bide ber pirsê.. hem çi Îşê te bi niyeta min heye yanî yek bê û di tirşikê de pesnên öcalan bide, tu wê niyeta wî bidî ber pirsê? tu wê bêjî gelo xwudê zane lê ev ömer ziya güneyeke nû ye û di nav kirasê sempatîzanekî de ji bo cihê xwe di nav alîgirên pkkê û öcalan de xweş bike, pesnên öcalan dide..