Tirşik - Profîl
tirşik-profîla onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip

profîla "onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rengesmerê] de;

1. straneka gelêrî ye, reng e ku ya mihemed şêxo be jî -îlahîe'elem-.. heta niha ji layê gelek kom û stranbêjên kurd ên wekê; mihemed şêxo, yekbûn, diyar-xelîl xemgîn, aynur doğan ve hatiye gotin, duh li ser youtubeê liqay versiyona wê ya ji dengê sîmir rûdan hatim, ji xwe ji berê de min gelek hej vê stranê dikir lê dema min versiyona wê ya ji dengê sîmir rûdan guhdarî kir, ez bûm mûbtelayê stranê, ev du roj in kengî rahêjim kombersa xwe li paş fonê her ev stran heye.. stran di takealbûma sîmir rûdan de cih nagere, ez ne xelet bim cara ewil di bernameyeka li ser imc tv yê de gotiye..

ew stran; http://www.youtube.com/watch?v=Q6wuiXwbW-4&feature=share

gotinên stranê;



Were were li nik min rûne

Dilêm kul e bikewîne

Eger rojê ez te nebînim

Hemî dema li min girîn e



Were were reng esmerê

Wek kulîlka li pencerê

Şev û rojê di xeyalê de

Dil û hinav hatin derê



Were were çavêd belek

Wê xwedana pirça xelek

Tu bi Xwedêkî ji nik min neçe

Kulê dilêm bûne gellek



û vê jî bêjim wek nav û wesfeke ji bo jinan jî peyveke têra xwe xweş û helbestî ye.. navê stranê li ser netê wek reng û esmerê ji hev cuda hatiye nivîsandin lê tişta ez ji gramera kurdî dizanim heq e peve hatibûya nivîsandin ji lew min peve nivîsand..