Tirşik - Profîl
tirşik-profîla onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip

profîla "onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [murat v. ardelan] de;

1. li norwêcê, li zanîngeha ntnu, di departmana kîmya û bîyolojiyê de akademîsyen e û li ser bîogeokîmyaya cemseran gelek xebatên wî hene.. li ser netê derheqê wî de ji xeynî çend hevpeyvînên ku malperên kurdî li ser çavkaniyên siruştî yên kurdistanê pê re çêkirine, zanyariyên zêde nînin, li ser facebookê war-welatê jê wan nivîsandiye lê ji paşnavê wî mirov dikare têderxe ku ji rojhilatê kurdistanê ye, belkî ji urmiyeyê be.. basnewsê li ser rezerva çavkaniyên sirûştî û siberoja van çavkaniyan û kartêka wê ya li ser statûya kurdistanê pê re hevpeyvînek çêkiriye.. di nav hevpeyvînê de tiştekî bala min kişand û gelekî kêfa min jê re hat, dema pirsên rasterast ne derheqê beş û branşa wî de bin jê hatine kirin, camêr an gotiye ez nizanim an jî gotiye ew ne îşê min e, filankes di vî warî de, li ser vê meseleyê gelek xebatên wî hene hûn dikarin herin ji wî bipirsin.. normalde li cem me kurdan pirs çi be, derheqê pirsê de eger tu zanîn û zanyariyeka me tunebe jî muheqeq fikr û şiroveyeka me çêdibe, ji ber ku em bersiva ''ez nizanim'' wekê kêmasiyekî dibînin û li ser milê xwe re nabin..



wek kurdê ku cara ewil alaya kurdistanê li peravên behra antartîkayê çikilandî jî tê nasîn.. *



çend hevpeyvînên ku pê re hatine çêkirin;



http://basnews.com/tr/interviews/2015/01/07/prof-ardelan-kurdistan-birinci-sinif-ulke-olabilecek-enerjiye-sahip/

http://tr.rizgari.com/modules.php?name=News&file=print&sid=6969

http://tr.rizgari.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=599

http://alayekiti.com/2014/06/26/murat-v-ardelan-irak-ve-guney-kurdistanda-yasanan-gelismeleri-degerlendiriyor/

hesabê wî yê facebookê; https://www.facebook.com/people/Murat-V-Ardelan/100003863564272