Tirşik - Profîl
tirşik-profîla onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip

profîla "onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sîmir rûdan] de;

22. tu merês nedaye bablîsokê lê bêhna reng esmerê dayiyê ji heq de hatiye..



(bi ya min bike bila destê xwe lê nede hema bi vî halî stranê têxe di albûma xwe ya nû de)




21. stranbêjeke jêhatî ye..

cizîrîbûn an ji cizîrê rabûna wî jî cihê kêfxweşiyeke ekstra ye ji bo min.. ligel wê cewhera xwe ya zêde cizîrê mixabin heta niha nekariye heqê wÎ navê xwe yê nestêleh bide û ji nav xwe di warê mûzîk û wêje û hunera kurdî de kesên kalîfiye derxîne..

gelek kesên li jêr mijarê nivîsî dengê wî şibandine hinek stranbêjên din, lê li gorî min xweyê xwe û dengeke xweser e, terzê mûzîka wî belkî biçekî bi ser ya yaşar kurt û teoman ve diçe..

di bernameyeka li ser imc tvyê de li ser pirsekî, ji bo albûmê bertekên çawa ji te re hatin, dibêje; bertekên guhdaran bi pirranî erênî bûn lê hinek jê dibêjin ji bo ku di lîrîsên stranên xwe de tu zimaneke zêde lokal bikar tînî, em nikarin jê fêhm bikin filan.. li gorî min îro pirsgirêka sereke ya mûzÎka kurdî li bakurê kurdistanê, gotinên stranan e, gotinên klîşe û klasîk ên ji ber stranên gelêrî mayîn, an gotinên zêde zêde siyasî Û sloganîk.. gelek sebebên vê pirsgirêkê hene bêguman lê bi ya min sebeba sereke ew e ku gelek kesên ku nanê xwe ji mûzîk û hunera kurdî dixwin di jiyana xwe ya rojane de kurdî bikar nayînin anku bi kurdî emel nakin, heta hinek stranbêjên hene ku li wan ahengên ku pirraniya beşdaran kurd in, bi tirkî an bi zimaneke din diaxivin heta gelek caran anonsa strana di rêzê de jî bi zimaneke din dikin.. ji ber vê yekê normal e gotinên stranên kurdî stewr bimînin û her û her xwe dubare bikin.. yanî mirov heta ku bi zimanekî dil nekeve, hejê neke, bêrî neke, nexwîne, nenivîse, neaxive, nefikire, xeman nexwe, terkeser nebe, bi çolê nekeve mimkun e ku bi heqî û bi layiqî bistirîne û bavêje ser? em bêjin lê hat û stira wê bikaribe ji wê sîrkÛlasyona genî ''tu gul î ez bilbilê te me'' xwe xilas bike? niha dibînim hinek stranbêj dixwazin vê kêmasiya xwe bi helbestinên helbestvanên kurd temam bikin an binixumînin, di vî warî de wekê nimûneyeke serkeftî tenê nimûneya mehmet atlı tê bîra min, teq û req, diljen ronî, hîvron û çend kom û stranbêjên din di ceribandinên xwe yên bi vî rengî de nekarîne serbikevin li gorî min.. min gelek dirêj kir, ez bêm ser merem û mereqa dilê xwe, eger vê peyamê bixwîne, pêşniyara min û belkî hêviya min jê, guh nede wan kesên dibêjin em ji gotinên stranên te fêhm nakin, peyv û biwêjên kurmanciya cizîrê û telafûza te rengeke xweş dane stranên te..