Tirşik - Profîl
tirşik-profîla serhednişîn

profîla "serhednişîn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [efendîno] de;

1. navê helbesteke arjen arîye ku tê hezkirin.



efendîno

rahijin teşkên xwe

rahijin kincên xwe postalên xwe û şivqeyên xwe

çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:

tenq, top, tiveng, teyare…

û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh

û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh

û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî :

hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî

û kuçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî

û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî

tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe…

hûn ê biçin

hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin

hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!

biçin: berî kuç û kevir di we werbin

biçin: berî ku dayikên kitansipî tû bikin ser çavên we

û hêj ku agir vêneketiye j” agir:

hima niha, vê kêlîkê, ji vir

rahijin teşkên xwe

û biqeşitin ji vir, efendîno!

hûnê biçin efendîno, hûnê biçin

berî ku hûn bisekitin se se

hima rahijin teşkên xwe

û

biqeşitin!





31.03.2015 14:32 | serhednişîn