Tirşik - Profîl
tirşik-profîla serhednişîn

profîla "serhednişîn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [selahattin bulut] de;

4. ji çîroka wî ya bi navê 'Teyrika bihuştê'.



“Ji wê rojê û bi vir ve pênc sal derbas bûne. Pîra Fatê her hefte, roja pêncşemê diçe ser mezelê (=gorra) keçika xwe. Di her çûnê de, wextê nêzîkî mezelê dibû û sere şaxikên dara kizwanê jê re xuya dibû, li wê der û dorê di nav her ruhberî de dawetek li dar diket. Ji binê erdê gumîniya dengê erbaneyan dihat. Kevir û kuçik, şûjik û bixur di cihên xwe de nedisekinîn. Kevirên arbeşk serên xwe li hev didan û pirîsk vedidan. Dîwarên hevşoya gorê kil dibûn û dara kizwanê tevî pel û berên xwe, ji sere şaxikan heta bi reh û rîşalên xwe diricifî û bi cizbê diket. Bayekî sivik û hênik radibû, qirş û qal bi ber bayî diketin û xwe di ser hev re qulopanî dikirin. Kurmik û kêzikên di binê erdê de tevizîbûn xwe radikişandin, tevzîk didan xwe, serên xwe kil dikirin, axa li ser xwe dihejandin û derdiketin ser rûyê erdê. Pingînî bi mêşikan diket û li hewa zivirok çêdikirin. Tayikên giyayê şînik reqsa li ber ribabê dikirin. Beybûnan stuyên xwe kilomilo dikirin, gangulokên nazenîn û bejnzirav stuyê xwe dirêj dikirin û bi sinbilên genim re diketin qayişê. Gulşîlanan bûkên xwe vedikirin û bixêrhatin li mêşên hingivînî dikirin.”



û rexneyek li ser pirtûka wî:http://www.kurdigeh.com/authors.aspx?an=243&aid=5



13.10.2013 18:36 | serhednişîn