Tirşik - Profîl
tirşik-profîla şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê

profîla "şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên ku zarokên xwe hînî kurdî nakin] de;

17. ne ku zarokên xwe hînî kurdî nakin, ya rastî zarokên xwe hînî tirkî dikin..

di navbera herdu rewşan de gelek ferq heye..

divê mariv lêkolîneke sosyo-psîkolojîk çêbike bo vê rewşê.

niha ne hewce ye mariv vê meseleyê dirêj di vir de kûrtir bike lê bes belam tiştê ku min ji dayikên kurdan fêm kir, ji ber terora vê dewletê bi birçîbûn û tunebûn û êş û azaran terbiye bûn, ji ber kurdbûnên xwe gelek zehmetiyên -bilêvkirina wê hesan lê jiyîna wê zehmet- kişandin. her zarok gula diya xwe ye, tu dayik naxwaze ku zaroyên wan neserkeftî û mexdur û stûxwar û birçî bin. lewma jî wek reflekseke xwezayî zaroyên xwe jî li gora şert û mercên vê dinyaya qehbik mezin kirin..

tabî tiştekî şaş e lê di vir de hêşmendiyeke qels rê li ber normalbûnê digire, hûn wan bi asoyên xwe yên fireh û netewî nedarizînin, bi asoya wan nêzî wan bibin. hemû reben û xizan in her tişt bo pêşeroja zaroyên xwe dikin (pêşerojeke ronî ne girêdayî hînnebûna kurdî ye, lê hal ev e ku ji wan re vê rastî û heqîqetê bidin pejirandin, gelek zehmet e)

hin kurdên xwelîser ku ji sedsalala bîst û yekemîn vir de bûn dewlemend, di kurdistanê de çîneke ecêb li me qewimandin, navê zaroyên wan bi kurdî bû û ew bixwe welatparêz bûn, ji ber politîkayên ne-real û şaş ên partiyê di warê kurdayetiyê de xemsariyeke xumarî di nava wan de peyda kir. divê mariv hîfza xwe ji wan sersaran bike.