Tirşik - Profîl
tirşik-profîla şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê

profîla "şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îtîrafên tirşikvanan] de;

159. ihi ihi, beriya ku bipeyivim divê qirika xwe ya tehl paqij bikim

neyse tirşikvanîno em di mikurhatineke dî de careke din bi hev re ne*

îroj yanê piştî saeta dozdehê şevê şeş salên min û wê qediyan yanê şeş sal berê di vê rojê de me hev nas kiribû, teqrîban hesabên me yên wê çaxê, divê niha em zewicandî bûna lê çênebû, biborîna delala min, min tu bê stran şandî, bila hemû xezebên vê cihana qehbik li min biqewimin ku veqetîna me neheqiyeke mezin bû..

neyse vê carê ez ê dirêj nekim û serê we neêşînim, li xwe miqate bin û xwedî li evîna xwe derkevin. dinya pûç û vala û xalî ye




155. ji bo ku çomeziya min ji holê rabe û li ber vê eyba mezin fediyê giran nejîm, min vê peyamê nivîsand..*