Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şîn] de;

16. navê kurtefîlmeke kurdî ye (2020). gelek serkeftî ye. ji ber ku ev cure fîlm jixwe kurt in, divê mirov der barê de qet tiştan mebêje. min pir hez kir.

van rojan, fîlmên kurdî, ji xêra lkff belaş parve dibin. (bnr: global kurdish film festival) em jî kêf dikin, xwedê ji wan razî!

qey cara ewil bû, di sala 2019an de min kurtefîlmekê kurdî dîtibû: "hazirîyek bo derengmayînê". ew jî ne xerab bû. ez dibêm ev cure, cureya kurtefîlman, bo derhênerên kurdan û bo mijar û merseleyên kurdan gelek guncav û kêrhatî ye.



23.04.2021 02:28 | mirovekirind

15. blue (bi inglîzî): şîn

bi zimanê me, piştî mirina kesê, (bnr: şîn girêdan)
weke mînak
hemû gund ji bo mirina lawikê bê guneh şîn girê dan.

bi inglîzî, ji bo kesê ku di rewşa xemgînî, melankolî û bêhntengî de ye, (bnr: feeling blue)
weke mînak
dream, when you are feeling blue. that is the thing to do (bnr: frank sinatra)
bikeve xewnê çi çax tu ê xwe bi blue bibihîsî. ev e yê ku divê tu ê bikî (bi ya min)

- (bnr: te go çi?)
+ na, min tiştekî negotiye. ji xwe re qise dikim.



09.04.2018 00:11 | mirovekirind