Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ulysses] de;


26. Bo ew Kesên ku tema wan heye vê romanê bixwînin, pêşnîyazên min hene. Dibe ku xwînerên kurd çavê wan nebire ulyssesê bixwînin. Bi ya min, bila cara pêşî yek ji çîrokên james joyceî bixwînin, (bnr: çîrokên dubliniyan)

Û Wekî din, Divê xwîner bizane, ev romana bi nav û deng (ulysses) bi şêweyeka taybet ya vegotinê hatîye nivîsandin (stream of consciousness). bo destpêkê, nemaze divê mirov çîrokeka/romaneka bi stream of consciousnessê bixwîne û vê rêbaza vegotinê nas bike da ku piştra şaş nemîne. Piştî çend rûpelan, xwîner mebêjin "coyso tu çi dibêjî coyso? Çi diqewime li vir bona Xwedê?"

Min dest pê kiriye, çîrokên dubliniyan a ciwanmerd kulekî dixwînim. Jixwe ulyssesa kawa nemir çawa derket ez dê bikirim. li benda weşandinê me.



08.09.2019 01:49 ~2022.01.11 13:38 | mirovekirind