Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmasiyên tirşikê] de;

239. kêmasiyên tirşikê/109269 pêşniyarek baş bû. gelo çênabe an admin nedîtine?



09.06.2019 14:14 ~16:41 | mirovekirind

234. bila nivîskarên me yên kevnare çend peyamên xwe yên xweşik bibexşînin rozayê reben. peyamên me hê besê me ye. hawar nivîskarên ku peyamên wan gihiştiye nizan'm çend hezaran, hawar!



05.05.2019 23:50 | mirovekirind

230. pir caran ez bi bihîstokê (mobile) dikevim tirşikê. him dixwînim him jî dinivîsînim. hin malper hene, gava meriv bihîstoka xwe biqelibîne aliyekî, tîp û hevokan diguherin, mezintir dibin, meriv baştir dixwîne û rehet dibîne. kêf kêfa merivê ye.

hin malperên din jî hene, ji bo ku xwîner rehet bixwînin, di ser malperê de bişkokan (+ -) bi cî kirine. gava meriv pê li wan bişkokan dike, nivîs mezintir (+) an jî hûrtir (-) dibin.

îcar, di tirşikê de ew herdu jî tune. ji ber wê yekê kêf ne kêfa merivê ye. kêf kêfa xelkê ye. ma tirşikvan û xwînerên feqîr, çavên wan xirab bibin?



28.01.2019 21:59 ~2019.06.09 16:43 | mirovekirind

225. peyamên nû ku li çepê rûpelê li bin hev bi rêz dibin, bi nimro li ber wan mirov fêhm dike ka li ser mijarê çend peyam hatine nivîsandin.

îcar, di dengdanên dawîn de ku cihê wî li rastê rûpelê ye, pênc kes li ser heman mijarê deng bidin, rêzên dengdanên dawîn tenê bi mijarekî tije dibin.

li hemberê mijaran, nimroyek qasî hejmara dengdanan nanivîse. bi ya min, bi nimro, ew ê çêtir bibin.



28.07.2018 02:21 ~2020.04.11 12:48 | mirovekirind