Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ez ê yekî bikujim] de;

35. çend tirşikvan bo kesên nû dest bi xwendina bi kurdî dikin, pirtûka ez ê yekî bikujim pêşniyarî wan kirine.
ez ê yekî bikujim/80640
ez ê yekî bikujim/90400

xwendina romanan di destpêkê de? na loo. Here lînkê

ez ne bawer im ku di destpêkê de sebra xwîneran bi romanan were. çîrokên ku li jor min lînka wî danîye (bnr: gurî), bi zimanekî zelal hatiye nivîsandin. bi gotinên pêşiyan û biwêjan ve tije ye. ew çîrok gişt "çîrokên serpêhatiyên kurdî" ne, û kurte ne (jixwe çîrok kurte ne). bo destpêkê meriv dikare çîrokên wisa bixwîne. pirtûka birêz cewerî ne tenê li aliyê dirêjbûnê (jixwe roman dirêj in), ji ber ku bîna wergerê jî jê tê, bo xwînerên nû neqenc e. bi ya min, xwînerên nû divê qasî demek ji pirtûkên "weha" dûr bin. ez ê yekî bikujim romanekî xirab filan nin e, baş e. di pirtûka cewerîyê de zimanê kurdî her çiqas li aliyê standardîzebûnê ve forsa xwe bikarîbe jî bavêje, kurmanciya wê ku li ber çavan e, ne kurmanciya gewr e. wekî min got, hebkî bîna wergerê jê tê. ez berhemên ku bi "zimanekî xweser û resen" hatine nivîsandin dikarim pêşniyarî xwînerên nû bikim, ne ewên din.



01.12.2018 15:14 ~2021.05.16 03:13 | mirovekirind