Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [birayên karamazov] de;

3. ev roman wek yek ji berhemên herî mezin yên edebîyatê tê qebûlkirin.

bi dîtina vî navî yê bi kurdî, min got qey wergera kurmancîyê ya vê romanê navdar çêkirine.

min ji googleê pirsî... go "niç, tiştê ku tu lê digerî hê nehatîye wergerandin zimanê te" belê, min go. baş e.

google dîsa baş e. bela xwe nade mera. gava tu pirsek lê dikî, dibersivîne û xwe dide alîyê. wîkîpediya di hêla artificial intelligenceê da hinekî din pêşve çûye. tu tiştek dipirsî, bersiv dide, yek jî ew dipirse. wekî em bibêjin, dixwaze hevaltî bi te ra bike. hinekî din sosyal e.

wekî nimûne heke ew pirs (birayên karamazov) min ji wîkîpediyayê bipirsîya, wê dê bigota çi: "mixabin, tiştê ku tu lê digerî hê nehatîye wergerandin zimanê te" ... û berdewam bike "gelo tu dikarî xêra xwe vê yekî bikî?" du vebijêrk dide te: 1."erê" 2."na, spas." ... de were bibê na. wellehî ez fedî dikim bibêjim "na". lê wergerandina pirtûkê ji min nahê, wîko. dev ji min berde!

bi demekî dirêj (bi çend mehan) min nivîskarîya wîkîferhengê kirîye, tu zanî. min bi zorekê xwe ji destê wan xelas kirîye. Erê wille. *

te got pirtukakurdi.com? ... na, li wê derê jî tuneye.



17.01.2020 14:09 ~14:20 | mirovekirind