Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin] de;

344. Şampaza sadiq ûskan. Ecêb xweş e. Mirov ji her hevoka nivîskarê kêf dike. Zimanê wî pir dewlemend e.

têr keniyam. min 20 rûpel jê xwend. Min got ka ez meseleya Hûriko ji bavê xwe re jî bixwînim. Min xwend û gelek kêfa wî jê re hat. Piştî min qedand, ez dê pirtûkê bidim bavê xwe.



08.06.2023 13:50 | mirovekirind

335. mem û zîn a bi kurdiya îro. Piştî navbereke fireh, dema ku min dîsa dest avêt pirtûkê, zimanê pirtûkê qasî berê bi min zor nehat û di nav hefteyekê de qediya. Gelek kêfa’m jê re hat. Piştî xwendina berhemeke klasîk a kurdî, mirov wekî ku bareke giran ji ser milan rabe pê sivik dibe.

Îcar dor hat mem û zîn a resen a ku rasterast ji pênûsa ehmedê xanî niqutiye, a ku xwedî zimanekî pirtebeqe û dewlemend e. Ji weşanxaneya nûbiharê min yekê ji xwe re dît. amadekar: Huseyn şemrexî.



23.02.2023 11:40 | mirovekirind

330. mem û zîn a bi kurdiya îro. Gava qedya, dixwazim vegerim li a resen. Eyn wekî ku nivîskarê hêja “nan û av”. mem û zîn/17623 Yanî piştî kurdiya îro a jan dost, dil heye kurdiya ehmedê xanî (latînîzekirî) bixwînim.



16.10.2022 15:06 | mirovekirind

253. 'tis - Frank McCourt

(beşa pirtûkan ya tirşikê) Here lînkê

pirtûkên frank mccourtî pêşnîyazî tirşikvanên zimanzan dikim. mêrik bixwe îrlandî ye. ji îrlandayê bar kirine çûne dyayê.

pirtûkên wî herikbar e. heneka xwe bi pir tiştan dike. komîk e. xwendin bikêf e û zimanê wî ne giran e. hûn dikarin bi pirtûka wî ya teacher man destpê bikin. çîrokên wî, pirên wan li dyayê, hinên wan jî li îrlandayê diqewime.

hûn dikarin ji înternetê yekê ji xwe ra bibînin û bikirin.


serastkirin: li min biborin! ez pirtûken frank mccourt pêşnîyazî hemû kurdên zimanzan dikim. pir caran jibîr dikim ku ev rûpel ji herkesê ra vekirî ye. hi there!



18.01.2020 22:47 ~2020.01.19 13:40 | mirovekirind

224. (bnr: çîrokên dubliniyan)

berhemên james joyceî bi awayekî efsûnî mirovî ber bi xwe ve, ber bi dinyayê xwe ve dikişîne. Mêrik îrlandayî ye. Tiştinan di Pirtûkên joyceî da hene, lê Nizanim çawa bibêjim. Ez dê carekî din vê yekê şîrove bikim. Bixwînin hevalno! Xwedîyê Dewlemendîyeka ecêb e.
Axir ez bibêjim, filmên andrei tarkovskyî tîne bîra min.



13.08.2019 01:51 | mirovekirind

222. rêbera rastnivîsînê ya komxebata kurmancîyê

ez dibêm ev pirtûk dê bibe yek ji mijarên herî navdar yên vê salê di tirşikê da ( ;



11.06.2019 15:29 ~15:47 | mirovekirind