Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [josé mauro de vasconcelos] de;

2. josé bi romana zezeyê agir berda dilê me. çend sal bi ser de çûye, hê jî êşa zezeyî wek barekî giran di ser milê min da dibihîsim. çi bikim jê pak nabim. ji ber wê, car caran ji joséyê dixeyîdim.

bi xwestina lêborînê ji ruhê josé mauro de vasconcelosê ya hêja, ez dê bibêjim: her çiqasî ez pir ji zezeyê min yê biçûk (mo'petit) hez kiribûme jî, bi ya min ev pirtûk ne tenê ji bo zarokan lê ji bo mezinan jî, ji bo giştî divê bê qedexekirin.



06.04.2018 01:36 ~2019.08.14 00:49 | mirovekirind

1. nivîskarekî brezîl e. navê wî weke /xoze mauro de vaskonselos/ tê bilêvkirin. li rio de janeiroyê ji dêya xwe welidîye û biçûkahîya wî li wê bajarê derbas bûye.

josé pirtûkên xwe bi zimanê portûgalî/portegîzî nivîsandîye. berhemên wî wek wêjeya zarokan tên hesibandin. romana wî ya herî navdar meu pé de laranja lima, lehengê wê romanê jî zezé ye. ji bilî zezeyê çend romanên wî yên gelek baş jî hene.



06.04.2018 01:16 ~2019.08.14 00:42 | mirovekirind