Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [egon schiele] de;

2. wênesazekî rehmetî ye ku dibêjin berî mirinê yek ji berhemên xwe dayiye pîrên tirşikvaneke me ya pordirêj (bnr: gulêê). pîrên wê ev berhem heya îro hilanîne û tirşikvana me jî ji pîra xwe wergirtiye. (bnr: portrait of wally)

hin kes jî henin dibêjin tirşikvanê gerrok carekî çûye viyenayê û bi çûna viyenayê bi çend hevalên xwe ketine muzeyê. çend berhemên original ji muzeyê dizî kirine. (bnr: dizên amedê) (bnr: leopold museum) eslê xwe de meseleyeke pir dirêj e lê ez naxwazim gişt li vir bibêjim. Belê.



18.11.2018 03:00 ~2019.06.18 00:16 | mirovekirind

1. wênesazekî ji awistiryayê ye. di sala 1918an de li viyenayê miriye. ji nîvî zêdetir wêneyên wî bi mirovên şilût hatine nîgarkirin. têkildariya xebat ên wî bi ekspresyonîzm û empresyonîzmê hene.

eserên wî: seated woman with bent knee, a herî navdar e. four trees yek ji herî hezkiriyên min e. bi rastî ewên din jî balkêş in. wêneyên wî qet tengezarî nadin min.



29.10.2018 03:03 ~2019.05.21 00:40 | mirovekirind