Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cihnîşana pirtûkan] de;

1. Ew parçeyek kaxez an karton in ku mirov di navbera pelên pirtûkan da weke nîşanek bicih dike. (bnr: bookmark)

ewên ku reklam li ser heye, pirên wan qelp û bêxêr in. yên resen hene, wêne an xêzikên nuwaze li ser xistine, pir kêfa'm ji wan ra tê. carna bi yekalî çap dikin û alîyê din vala dihêlin. carna bi her du alîyê çap dikin. carna bi xêzên xeyalî û rengîn, ew kaxezên biçûk dibin bûjenekî hunerî: di cihekî wer biçûk da dariştinên zahv xweşik bi cih dikin.

çend cihnîşanên xweşik û biqîmet yên çapkirî û bi çend yên bi destan hatine çêkirin û xemilandin bi min hene ku ji hunermendên nas wek dîyarî wergirtime. wek pirtûkinan, cihnîşana pirtûkan jî berhev dikim, bo parastinê hildidim û dema xwendinê bi kar tînim. nahêlim ji malê derkevin derve.

(bnr: berhevok)
(bnr: collection)



16.05.2019 22:27 ~2019.08.15 10:58 | mirovekirind