Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çîrokên dubliniyan] de;

2. Bi Xwendina vê pirtûkê, fîlmên andrei tarkovskyî dikeve bîra min.

tiştekî din di derbarê vê pirtûkê da jî ev e, hemû pirtûk û nivîsên ku min heya niha xwendîye didim alîyekî, û vê pirtûka niwaze ji hemûyan vediqetînim û didim asteka bilind. wekî din hevalno, bi xwedê, bi xwendina "çîrokên dubliniyan" êdî ez bi zelalî dibînim ku kêmasîya zaravayê kurmancîyê filan qet tuneye. zimanê vê pirtûkê (bi îngilîzî) bi têra xwe dewlemend e. Dema ku ev dewlemendî, bi xêra karê wergerê, di axa kurmancîyê da xwe ji nû ve şîn dike, hiseka nû û ecêb dide mirovan. Bixwînin, pêşniyarî tirşikvanan dikim.

Van rojan Tiştek li min qewimîye, êdî ji her caran zêdetir ji kurmancîyê fam dikim. Peyvên ku berê da min digot ez ji wan fam nakim (peyvên nû û guhertoyên wan), hêdî hêdî wateyên wan di hişê min da peyda dibin. Ka kes tuneye dîploma ji min ra bide?



11.01.2020 18:10 ~2022.09.03 20:08 | mirovekirind

1. Wergera dublinersê ye, dublinersa james joyceî. berhemeka gelek kevin û niwaze ye. Kurdîya wê Ji dezgeha Ciwanmerd kulekî derketîye. bikêfiyeke bêhempa ji xwendinê distînim. Bê nezer!

spasiya'xw dişînim Ji weşanxaneya lîsê ra. wergerandina berhemên james joyceî kareke zahv girîng e.



07.07.2019 14:13 ~2021.05.19 22:17 | mirovekirind