Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [homosafîye] de;

1. Hema bibêje safî home boy... na, safî home girl (?)... Na looo, safî homo sapiens e. Pir saf e. Ewqas saf e, ji alîyê andertalekî ve tê xapandin. Têkilîya zayendî di navbera wan da çêdibe. Zarokek çêdibe. Malbata her du pê dihesibin. dikevin hev. Dû ra Mesele mezin dibe. Şerekî mezin derdikeve. Dijmintî dest pê dike û Bi sed salan didome. Di heman demê da zarokên homosafîye û andertal û nevîyên wan çêdibin. Tije zar û zêç. Êdî Cureyeka nû ya mirovahîyê derdikeve holê: nîvî safîye û nîvî andertal in û bi hezaran in. Xelkên andertal wan qebûl nakin. Dibêjin "êdî hûn ne andertal in."
Dema ku rastî hev tên, dibêjin "hûn ne andertal in." Her car dibêjin "hûn ne andertal in, hûn ne andertal in." Navê wan dimîne neandertal. Û ji ber ku pîra wan ya mezin homosafîye piçikekî saf bû, Ji der barê neandertalan da rîwayet derdikeve, dibêjin "neandertal saf in." ya hewlûwela, de were safî bike.

Îcar te dî homo sapiens çiqasî saf be jî, ewqasî jî wehş û dilxirab in. Di şerê da ku bi demekî dirêj didome andertalên delal ji holê radibin. Tenê bi çend hezaran "neandertalên saf" dimînin. Çîroka wan dirêj e. Dibêjin ew îro jî hene. Di nav me da dijîn.

Ewên ku noah harari di pirtûka xwe ya navdar da qal dike, dibêje neandertal nemirîne, genoma neandertalan di nav genomên homo sapiensên îro da bi %4,5 in. Hahoo, mesele dirêj e. Çi dibêjin, çi nabêjin...

Herwiha (bnr: tirşikvanên neandertal)



11.08.2019 22:36 ~22:45 | mirovekirind