Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [romana dengbêjîyê] de;

5. Ronî war û sîdar jîr bi hev ra dipeyivin. Qala romana dengbêjîyê jî dikin.

Moderator xêra xwe navê vî sernavî bike "romana dengbêjîyê"



24.08.2019 14:36 ~14:50 | mirovekirind

1. Cureyeka romanê ye. Cureyeka romanê ya kurdan e (te go çi?). belê. bi xêr be!

Cara dawî min ronî warî dît, min jê pirsîbû "taybetîya romana dengbêjîyê çi ye?" Qasî min fahm kir, romana dengbêjî mijarên xwe ji masal, efsane û çîrokên kurdan distîne.

Hûn jî dizanin xwînerên hêja, ronî war mem û zînê ji nû ve wekî romanek nivîsîbû. mem û zîn (ronî war)/108407 Herwiha (bnr: siyabend û xecê) û hwd.

Xelkên ku xwedî Cureyeka romanê ne, kêf kêfa wan e. (bnr: magical realism). Ya me Nizanim çiqas Navdar e di nav kurdan da û di cîhanê da. Haya xwîner jê heye an na?

Ji bilî mr ronî warî çend kesên din jî, yên bi vê cureyê dinivîsin, hene.

bo nivîsandina/nirxandina van tiştan tirsik.net cihekî super-duper e. Ka kê nimûneyên romana dengbêjîyê xwendine?

Her gel/welat ne xwedîyê cureyeka romanê ye. Ji her kesan ra qismet nabe. Û çanda her xelkê jî ne bi têra xwe dewlemend e ji bo hilberîna tiştên qedirbilind. Axir ez bibêjim, Hem Romana dengbêjîyê hem jî romana kurdî hê di zarokatîya xwe da be jî, ez pêşeroja wan baş dibînim. Bes xwîner roj bi roj zêde bibin.



24.08.2019 00:59 ~2019.08.29 18:40 | mirovekirind