Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [roşan lezgîn] de;

14. nivîskarê ku bi nivîsên xwe yên li ser ferhengsaziya kurdî yên li botan timesê ez sermest û şa kirime. her cara ku nivîseke wî dixwînim an axaftina wî guhdarî dikim bê hemdê xwe dibim heyrana aqilê wî û helwesta wî ya cidî û giran û zanistî.

bi hêviya ku nivîsên wî rê li ber ferhengên kurdî bi kurdî yên rêkûpêk ji me re veke.

Di Kurdî de çêkirina peyvan Here lînkê
‘Ferhenga Kurdî’ ya M. Emîn Bozarslanî Here lînkê
Derheqê ferhengan de Here lînkê



02.09.2023 00:31 | mirovekirind

8. mêr e, mêr. wer kêfa'm pê re hat, wer kêfa'm pê re hat, hema dibêjim, hemû hejmarên kovara şewçila, newepel û hemû berhemên wî yên kurdiya kurmancî û bi taybetî yên kurdiya kirdkî (zazakî) bi têra dilê xwe bixwînim û biqedînim. xwedê bi hezar car jê razî be.



27.03.2019 02:51 | mirovekirind