Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirça winda] de;

7. hem navê pirtûka mihemed şarmanî ye. hem jî navê çîroka 3yem a di nav vê pirtûkê de ye.

çîroka "pirça winda" şaheserek e. mirov hem pê digire hem jî pê dikene. bo min, ji çîrokên ku ji bîr nabin, yekê ew e. wekî din, hevoksaziya wê zahv kurdewarî û rûpelên wê bi biwêjan ve tije ye.

çîrokek hem ewçend bi sembolan ve tije be ku ew sembol bi mijarên siyasî û civakî ve girêdayî ne, û hem jî li aliyê din wekî ku sembol membol nebin, wek çîrokeke pir basît û herikbar zarok jî bikarin bixwînin. her bijî. herweha, yek ji wan çîrokan e ku mirov bi ketina nav rûpelan bêhtir merakdara berdewamiya bûyeran dibe, bi leztir didomîne ku bixwîne, ka çîrok wê xwe bigihîne kû.



17.05.2021 02:17 ~02:21 | mirovekirind

6. pirtûka nivîskarê mezin mihemed şarman e. ev pirtûk neh çîrok di nav xwe de dihewîne.

(bnr: axaftina nobelê)
(bnr: kûtê binê tenûrê)
(bnr: pirça winda)
(bnr: çiçino)
(bnr: muxtar)
(bnr: lawikê metînî)
(bnr: azmûna jiyanê)
(bnr: serpêhatiyên ferîştehekî nerihet)
(bnr: nivîskarê bêmijar)

di dawîya pirtûkê ya çapa duyem de, nivîsarek (nivîseke akademîk) lê zêde kirine. ew nivîsarê ku li ser çîroka "pirça winda" ji alîyê fexriya adsayê ve hatiye nivîsandin û cara ewil di kovara zaremayê de hatiye weşandin (hejmara 2.).



23.02.2020 13:31 | mirovekirind