Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurudo no hoshi] de;

3. xêzeromaneka japonî ye, (bnr: manga). ev xêzeroman di derbarê kurdan da ye. lehengê xêzeromanê jîro ye. di vê xêzeromanê da serpêhatîyên jîro tê qalkirin. jîro lawikekî nîvî kurd, nîvî japon e. dêya wî japon, bavê wî kurd e.

çîroka jîro li japonyayê destpê dike, ji wir diçe stenbolê. ji stenbolê jî derbasî kurdistanê dibe. ev pirtûk di sala 1985an da li japonyayê bi zimanê japonî hatîye weşandin û ji 6 cildan pêk tê. Here lînkê

Wergera wê ya îngilîzî, bi navê rebel sword cara pêşî di sala 1994an da çap bûye. bo wergera wê ya îngilîzî (malpera wê ya fermî) Here lînkê

mixabin wergera wê ya kurdî hê tuneye. gava ku min dît, teqez ez dê îngilîzîya wê bikirim, bi îzina xwedê. bi kêfekî nedîtî û bicoş bixwînim. û piştre jî bo pirtûkxaneya min a kurdî li refa xwe ya pirtûkan bicih bikim. li cem kapîtal mangayê cihê wê amade ye.

mangaya japonî û kurd? ya star! (bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe). ji xêra tirşikvanê helik orimiyo haya min jê çêbû.



01.04.2020 14:45 | mirovekirind