Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hespêsor] de;

40. ew nivskarê ku gava mirov peyama wî ya derbarê pêxemberê de dibîne, ewê ku bû populer, ewê ku kopyaya gotinên nîşanyanî ye (bnr: sevan nîşanyan), mirov dibê aha yekî din. Hema bibêje ji sedî sed kopya ye. dibe ku hespêsör ji bernameya imc tvyê gotinên nîşanyanî guhdarî kiribe û hatibe di tirsikê de firotibe.

mirov temenê wan çiqas biçûk be, ewqas zêde kopya dikin hertiştî. te dî gava zarok mezin dibin, derdora xwe de hema çi bibînin, deng, gotin, tevger, cil, hema her tişt bi kopya, heya ku mezin bibin, heya ku hêdî hêdî li ser tiştan bifikirin. her ku mezin dibin, hinên wan hêdî hêdî dev ji kopyayê berdidin. mixabin hinên wan jî heya dawîya jiyana xwe bi kopyayê îdare dikin. û heke tu bibirsî, dibêjin ew fikra min e.



22.11.2020 21:36 | mirovekirind

36. endamekî beredayî ye. tiştên provocative dinivîse. ji bo ku bibêje "ez ateîst im" diqîre û gotinên kirêt li pêxemberê dike. mihemed pêxember/119997

bi xwedê heke derbarê cenabê pêxemberê îsa da vê gotinên xerab û pîs bihata gotin, ne ez û ne jî piranîya tirşikvan me qebûl nedikir û tofanê radikir da ku ev peyam were birrîn. serbestî çi ye oxlim? xelk jî derbarê dê û bavê te da bibêjin û ew jî bibe serbestî! dibe?

gava ez diçim ji bo ku bajarên kevnare bibînim yên ku ji roma an ji yewnanistana kevin maye bigerim, car caran rastî perestgeha apolloyî jî têm. perestgeha apolloyî avahîyeka piçûk jî bibe, ji avahîyên din wek bazilika, pirtûkxane filan cuda ye. pîroz e loma. apollo xwedayê wan e. ez di hundirê perestgeha apolloyî ra derbas nabim. û der dora vê avahîyê bala’xw didim tevgerên xwe, hinekî din cidî dibim. kesên nezan jî hişyar dikim. te fam kir çima min ji te ra go vandal, êrîşkar û vikûvala? ne ji bo ku te piçûk xim. ji bo ku tu bi vê bêhişmendîya xwe ve jixwe piçûk î û kêmasîyên xwe didî der, min tenê xwest nîşanîya vê yekê bidim.

ev endam ne kesek muhim e. yekê rabe nezanî bike çi ye, neke çi ye. ev mesele esil bi hişmendîya moderasyonê ya tirşikê ve girêdayî ye.


Têbinî: me got peyama te şaş e, qiyametê rakir. Got azadî, serbestî, filanî û bêvanî. Va ye peyama xwe guherandiye. otosansur li xwe kiriye. Ax zaroktî, ax!

Wekî din, min şaheserek li ser wî nivîsandibû, moderator jê birine. hespêsor/121099 ax moderatorno, ax!



17.05.2020 19:18 ~2022.06.26 21:58 | mirovekirind