Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [were dengê min] de;

2. fîlma ku bi pesndana xelîlî haya'm jê çê bûbû.

çend hefte berê, birayê min yê piçûk pesna mubiyê dabû. gotibû "li vê platforma sînemayê tu dê rastî fîlmên baş werî." ez rabûm, ketim malpera mubi.com. digel çend fîlmên balkêş, ev fîlm jî hat pêşberî min. min got temam, kêfa'm jê ra hat. min hesabek ji xwe ra li mubiyê vekir. û cara pêşîn min berê xwe da vê fîlmê.

min vekir, fîlmekî resen bi kurmancî ye. binnivîsên bi îngilîzî û bi tirkî hebûn. ji min ra ne lazim e. ji ber devoka wan min rehet tê nedigihişt çi digotin. dûra rehettir bû. ez elimîm. pêşîn min digot belkî fîlmekî basît be. lê na.

îcar girîyek bi min girt. ez nesekinîm. min fam nekir çima. vê demê peyama xelîlî ket bîra min. axir, min pir ji vê fîlmê hez kir: were dengê min. êdî, zêde mebêjim!



25.02.2021 21:19 ~21:28 | mirovekirind