Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [projeya îsraîl a çandina dara] de;

3. belgefîlma the salt of the earthê xist bîra min. di vê belgefîlmê de mînakeke nuwaze hebû. bo ku kurd zanibin daristan ji nû ve çawa tên avakirin Here lînkê



04.05.2021 03:56 | mirovekirind

2. ne ku yek projeya mezin e. encama xebatên 70 salî ye.

bi tenê çend welat di cîhanê de hene ku daristanên wan yên îro ji daristanên wan yên berî sed salan zêdetir be. ango her ku diçe daristan li her derên dinyayê kêm dibin, lê li israîl û çend welat ên din zêde bûne.

piştî 1948an xwedî li dar û daristanên heyî ya wê demê derketine. cureyên daran yên israîlê di bin bandora Derya Spî de ne. hejmar û cureyên daran tomar kirine. zagon û qayîdeyan danîne. rêxistinek ava kirine (Keren Kayemeth LeIsrael - KKL) da ku van hemû xebatan bimeşînin. çêrandina ajalan bi qayîdeyan ve girêdane. li ser birêvebirina avê xebitîne. ji bo ku av kêm e, teknolojîyên heyî (sîstema çilikandina avê û hwd.) bi kar anîne da ava wan ya heyî wer neçe.

heya îro 240 mîlyon dar danîne. di sala 1995an de yek master plan amade kirine. hê jî berdewam e. hem di bajaran de û hem jî erdên gundewarî de erdên ziwa û yên nîveziwa nexşe kirine. hewl didin ku bi demê re erdên ziwa bikin nîveziwa û yên nîveziwa jî biqulipînin seqaya asayî ya derya spî. ango hewl didin ku gav bi gav erdên xwe ji seqaya çolê xelas bikin. wê veguherînin şênahiya makî û daristanên derya spî.

teknolojî û hemû tiştên ku dizanin rêya welatên din jî didin. projeinan bi wan re saz dikin. reklama xwe jî dikin bi vî awayî. heya min jê fam kir, bi ser jî ketine. heta xwe pir jî neêşandine. forestation di demeke dirêj de pêkan e. ne ewqas zor e. ez dibêm bes nexebitîne jî, dikaribûn du qat bi ser ketana.



04.05.2021 03:34 ~04:03 | mirovekirind