Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bi tirkî fam dikim lê nikarim xeber bidim] de;

1. dirûşma min a nû ye. pêşî, min li malê xebitan. hebkî zor bû lê çê bû. dû re bi çend hevalan re. bi kurdên ne nas ên li derve re.

û di dawiyê de bi çend kesên tirk re jî min ew helwesta xwe xebitand. lawikeke elewî û tirk bû di nav hevalan de. bi du ro min bi herkesan re bi kurdî xeber da. ew bi tirkî xeber dida. min jê fam dikir lê bi kurdî li wî vedigerand. hevalên din ên kurd gotinên min simultaneously (di heman demê de) werdigerandin bo tirkî. ez ji dirûşma xwe nehatim xwarê. hesteke pir xweş û normal e.

birayekî min rojekî ji min re gotibû "li cem me kesên bi kurdî fam nakin hebe, divê tu ji kurdî vegerî, ji bo nezaketê." ez hêrs bûm û min bersivand, "bo min, ew ne nezaketî ye, ehmaqî ye."



16.10.2021 19:01 | mirovekirind