Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îtalya] de;

11. bo gerînê welateke pir pir xweşik e. zêde ne buha ye. di navenda bajarên mezin de pîza margerîta 8-12 ewro ye. li bajarokên biçûk dibêjin margerîta bi 3 ewro, şerabên malê bi 3 ewro û gelek tahmxweş û bi porsîyoneke mezin hene.

îtalya xwediyê bajarên navdar wek roma, florensîya (florence), napolî, venedîk (vênîsiya) û mîlano ye.

avûhewaya li wir, a behra spî ye. xwarinên wan ku herkes pê dizane, pîza û çil cureyên meqerne ((bnr: pasta û makaronî)) lê dîsa jî kesên qelew di nav wan de pir hindik in. wekî din li îtalya çi heye: qehwe, rûnê zeytê, nanên xweşik, şerab, kulîçe û şîranî; opera, avahîsazî, peykersazî, mûzexane, galerî û hwd.

xelkê îtalyayê xelkeke şaristanî, kubar û sekan e. bê teşqele dijîn. nijadperestî bi wan tune ye an jî pir hindik e. bêhnfireh û bixwebawer in. ma çawa nebin? gava tu dibêjî ronesans, îtalya tê bîra te, di nav îtalyayê de jî bi taybetî florensîya. (bnr: hunermendên ronesansê)

gava tu dibêjî florensîya, hunermendên wek mîkelancelo, botîçelî, Leonardo da vîncî, donatelo, dante û herwiha kesên wek Machiavelli, Galîleo tê bîra mirov.

bo jiyînê welatekî çawa ye, bo bersiva vê yekê divê mirov lê bijî qasî çend mehan an salekê.



28.01.2023 20:25 | mirovekirind