Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêla evînê di dilê min de dilive] de;

1. biwêjeke heyî ye an firat wergerî hema di ber xwe de diafirîne, bo min ne diyar e. ên dizanin xwe keremî tirşikê bikin û bi ronahiya rojê nebe jî bi ya heyvê me ji taritiya nezanînê xelas bikin. bravo ku heke firat wergerî wan gotinan ji kîsê xwe afirandibe. (bnr: gotinên ku ji xêra shakespeareî îro bikar tên)

mînaka ji ez ê yekî bikujim: "Ez nizanim hisa kuştina yekî çawa ye, lê pêla evînê di dilê min de dilive. ev cara pêşî ye hiseke wilo li ba min peyda dibe û xweşîyeke bêtarîf dide min."

gotina îngilîzan ku dibêje i feel butterflies in my stomach anî bîra min.



18.03.2023 00:19 | mirovekirind